Ji rojnemevan Silêman Ehmed ev 50 rojin ti agahî nayê girtin.
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle û Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MGK) gotin: “Divê aqubeta Silêman zelal bibe.”
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle û Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MGK) têkildarî mijarê daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de kiryarên PDK’ê yên li dijî rojnamevanan hate bibîrxistin û wiha hate gotin:
“Rojnamevan li herêmên ku di bin kontrola PDK’ê de ne nikarin bi awayekî azad xebatên xwe bimeşînin.
Nêzikatiya PDK’ê û rêveberiya Başûr fikrekên derbarê rewşa rojnamevanan de zêde dike.
Niha tevahiya kurd û dostên wan, rojnamevanên azad û ragihandina navnetewî, dixwazin ku agahî ji Silêman Ehmed bigirin.”
Komeleyan daxwaza azadiya rojnamevan Silêman Ehmed kirin û bang li tevahiya raya giştî a demokratîk kirin ku vê neheqiyê qebûl nekin.