Ji rojnemevan Silêman Ehmed ev 50 rojin agahî jê nayê girtin

Ji Rojnemevan Silêman Ehmed ev 50 rojin ti agahî jê nayê girtin.
Di derbarê revandina Silêman Ehmed de Rojnamevan û çalakvanên Germiyanê axivîn.
Rojnamevana dan diyar kirin ku divê helwestên cîdî li hemberî revandina rojnamevana were nîşandan.
Ji revandina Silêman Ehmed PDK’ê perpirsyare.

Edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin ev 50 rojin agahî nayê girtin.

Her ku diçe metirsiyê mezin li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.

PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel bike.

Di derbarê zextên PDK’ê yên li dijî rojnamevan, girtina Silêman Ehmed rojnamevan û çalakvanên Germiyanê axivîn.

Şaho Îbrahîm: Bi girtinan rojnamevanan nikarin gendeliyê xwe veşêrin

Rojnamevan Şaho Îbrahîm da zanîn ku desthilata Başur nav û dîmenê Başurê Kurdistanê li pêş çavên civaka navdewletî reş kiriye û got:

“Li Hewlêr û Behdînanê gelek rojnamevan hatine girtin yan jî kuştin.

Bûyera herî dawî jî girtina Silêman Ehmed e.

Bi girtin, kuştin û revandina rojnamevanan wê nikaribin gendeliya xwe veşêrin.”

Hawkar Nesredîn: Divê desthilat sedema revandina Silêman Ehmed eşkere bike

Li ser heman mijarê Hawkar Nesredîn jî di derbarê revandina Silêman Ehmed de wiha axavî:

“Mixabin li Herêma Kurdistanê roj bi roj zextên li ser azadiyê zêdetir dibin.

Herî dawî jî Silêman Ehmed ji aliyê deshilatê ve hatiye revandin.

Divê desthilat rêz li azadiya rojnamevanî bigre û demildest Silêman Ehmed berde.

Divê desthilat sedemê revandina Silêman Ehmed eşkere bike.”

Mesûd Ebdulxaliq: Divê zutirîn dem de Silêman Ehmed were berdan

Çavdêrê siyasî Mesûd Ebdulxaliq li Hollandayê jî bi di peyameke vîdyoyî bahsa revandina rojnamevan Silêman Ehmed kir û got:

“Em çûn ber peykerê Mandela li Hollandayê.

Li şûna ku serkirdeyên me yên Başûr jî tiştekê wisa bikin ku peykerên wan bên çêkirin, rojnamevan û çalakvanan digrin û dixin girtîgehê.

Hemû kesên hatine girtin girtiyên siyasî ne û divê demildest bên berdan.”

Ev 49 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button