Serokê berê yê CPT Maûro Palma: Dixwazim Ocalan azad bibe ji ber ku ew rastiyeke dîrokî ye

Serokê berê yê li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê -CPT Maûro Palma anî ziman ku şert û mercên Abdullah Ocalan tê de ye li dijî mirovahiyê ne û got:
“Ez daxwaza azadiya Ocalan dikim, ji ber ku Abdullah Ocalan nûnerê rastiyeke dîrokî ye.”

Serokê berê yê Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) Maûro Palma ku li Girtîgeha Îmraliyê 3 caran serdana Rêber APO kir, beşdarî bernameya ‘Nêrîna ji Ewropayê’ ya televîzyona Medya Haberê bû.

Prof. Maûro Palma di destpêka axaftina xwe de qala taybetmendiya Girtîgeha Îmraliyê kir û got:

“Di nava panorama girtîgehên Ewropayê de mînakeke Girtîgeha Îmraliyê nîne.

Yekane girtiyê herî zêde li vê girtîgeha giravê hatiye hiştin Abdullah Ocalan e.

Piştre di encama serdanên me yên weke Konseya Ewropa, CPT de me ji rayedarên Tirk ragihand ku tecrîdeke bi vî rengî bi demdirêjî nabe ku dewam bike.”

Maûro Palma: Îzalasyona mutlaq a li ser Ocalan nayê qebul kirin

Der barê mijarên di serdan û hevdîtinên li Îmraliyê de Prof. Palma wiha axivî:

“Dema ku ez wezîfedar bûm û min serdana Îmraliyê kir, têkildarî şert û mercên Abdullah Ocalan de du an jî sê mijarên taybet hebûn.

Yek ji van şert û mercên girtinê yê Abdullah Ocalan bû, yanî îzolasyona mutleq a tê de ye, nayê qebûlkirin.

Her wiha di serdanên min ên yekemîn û duyemîn de di nava mijarên girîng de rewşa tenduristiyê ya Ocalan hebû.

Mijareke din a girîng jî ew bû ku personelên girtîgehê bi ti awayî bi Abdullah Ocalan re nikarîbûn biaxiviyan.

Mijareke din jî astengkirina mafê Abdullah Ocalan ê ji bo radyo yan jî televîzyonê bû.

Sala 2012’an herî dawî dema ku min serdana Ocalan kir, televîzyona wî tune bû..”

Maûro Palma: Di mijara Ocalan de divê CPT hîn çalak be

Serokê berê yê CPT anî ziman ku demek tê bîra wî ku CPT di mijara rewşa Abdullah Ocalan de bi roleke xurt tevdigeriya û got,

“Rola CPT bi gotina Îngilîzan hîn bêhtir li ser îqnakirina exlaqî ye.

Yanî hewl dide ku dewletan ji bo pêkanîna guhertinan îqna bike.

CPT li şûna ku li ser rewşên bi rîsk bisekine, xwedî wê meylê ye ku gavên ber bi pêşketinê ve bêne avêtin, destnîşan dike.

Li gel vê yekê, bi dîtina min divê CPT di mijara Ocalan de hîn bêhtir çalak be.”

Maûro Palma: Ez daxwaza azadiya Ocalan dikim ew nûnerê rastiyekê ye

Ji bo pirsa “Hûn weke şexsekî azadiya Ocalan dixwazin?” Serokê berê yê CPT got, “Belê, teqez dixwazim.”

Ji bo sedema vê daxwaza xwe jî Prof. Maûro Palma got,

“Bi dîtina min Ocalan nûnerê rastiyekê dîrokî ye.”

Lopez de Lacalle: Tecrîda binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye

Back to top button