Kiliçdaroglu: Ji bo hilbijartina pêşwext em herin referandûmê

Di nava krîza aborî û siyasî de rewşa Tirkiyê li ber çava ye. Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu banga raforma ji bo hilbijartina pêşwext kir, Serokê AKP’ê Erdogan jî rojeva diguhere û qala projeya xwe ya “Qenala Stenbolê” dike.

Kemal Kiliçdaroglu li Stenbolê di merasîmekê de axivî û got:

Ger tu referandûmê dixwazî were em sendoqê dênin û ji gel re bêjin ka hilbijartina pêşwext dixwazin yan na.

Kiliçdaroglu îşaret bi Erdogan kir û anî ziman ku nabe ji gel bitirsî.

Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) ê Kemal Kiliçdaroglu diyar kir ku pirsgirêkên Tirkiyê pir girîng hene, lê hikumeta heyî nikare van pirsgirêkan çareser bike.

Erdogan ji bo guhertina rojevê projeya qenala Stenbolê dide despêkirin

Li pêşberî van bangan, Serokê AKP’ê Erdogan li pey guhertina rojevê ye.

Erdogan jî di merasîmeke li Stenbolê de axivî û got, ew ê di dawiya meha Hezîranê de, bingeha Qenala Stenbolê bi avêjin.

Di demeke ku li Tirkiyê krîza aborî û siyasî serwere ev gava Erdogan bi guhertina rojevê tê nirxandin.

Back to top button