Li ser komkujiya Parîsê paneleke online hate lidarxistin

Di panela online de ya li ser komkujiya Parîsê hate lidarxistin, beşdaran destnîşan kirin ku ji bo ronîkirina komkujiyê û pêkhatina edaletê, divê hinceta ‘sira dewletê’ ji holê bê rakirin.

Li ser komkujiya Parîsê re 8 sal derbas bûn.

Tevgera Azadiya Kurd, malbatên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, gelê Kurd û dostên xwe yên li ber vê komkujiyê radibin dibêjin “Edalet ji bo Sakîne, Fîdan û Leyla”.

Ji bo nepenîtiya bi hinceta `sira dewletê` ya li ser dozê bê rakirin, têkoşîna xwe dewam dikin.

Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) bi banga rakirina ‘sira dewletê’ heta niha gelek çalakî li dar xistiye.

Di çarçoveya lêpirsîna nû de, dadgerê dozê 20’ê Gulanê bi malbatên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez re axivî.

Dadger di hevdîtinê de ji malbatan re got, di mijara rakirina nepenîtiya bi hinceta sira dewletê hatiye danîn, hîn gavek nehatiye avêtin.

CDK-F ku jî roja destpêkê ve bûyerê dişopîne, têkildarî heman mijarê li ser Zoomê panelek li dar xist.

Beşdarên panelê Agît Polat, Sylvie Jan, Andre Metayer, Remi Feraud û parêzer Jean Louis Malterre, rojnamevan Christophe Ayad li ser pêvajoya hiqûqî ya piştî 8 salan, rola servîsên veşartî yên Tirk di komkujiyê de axivîn.

Beşdaran destnîşan kirin ku biryara nepenîtiyê ya ku bi navê ‘sira dewletê’ dewam dike, li pêşiya edaletê asteng e.

Sylive Jan ku di heman demê de moderatorî ji panelê re kir, got,

“Ev yek ji bo welata me cihê şermê ye. Di vê têkoşîna xwe de ya zor û zehmet, em bi tenê nebûn.Me hewl da têkoşîna rastî û edaletê timî bimeşînin. Ev têkoşîneke zehmet e û rêya me hîn heye.”

Andre Malterre destnîşankir ku çûyîna Sefîrê Tirk Îsmaîl Mûsa Hakki ji Fransayê tesadûfî nîne û got, “Dema ku komkujî hate kirin, ew navê duyemîn ê MÎT’ê bû.

Divê edalet ji berjewendiyên siyasî re nebe qurban’

Berdevkê Têkiliyên Derve yê CDK-F’ê Agît Polat jî teqezkir heta ku hêzên li pişt vê komkujiyê neyên darizandin, wê pêşî li liv û tevgera Servîsa Veşartî ya Tirk a li Ewropayê neyê girtin û got;

“Nabe ku ev doz ji bo berjewendiyên polîtîk bê bikaranîn.”

Back to top button