Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Xaliya El-Kicwan derbarê pêngava “Bes e ji qirikirina jinan re” de diyar kir ku li seranserî cîhanê her çiqasî netewe û zimanê jinan ji hev cuda be jî armanc û xewnên wan yek in, ew jî parastina mafê jinê ye.
10’ê Gulanê, 74 rêxistinên jinan, di nav de Kongra Star û Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li bakur û rojhilatê Sûrî û bêtirî 181 kesayetiyên jin ji Ewropa û Amerîkaya Latîn, pêngava “Bes e ji qirikirina jinan re” ragihandin.
Di vê çarçoveyê de, berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Xaliya El-Kicwan ku di heman demê endameke pêngavê ye nirxandin kir.
Xaliye El-Kicwan: Jin xwe bi rêxistin dikin da ku li dijî tundiyê têbikoşin
Xaliya El-Kicwan diyar kir ku kuştin û tundiya li dijî jinan li herêm û cîhanê, encama domandina serdestiya mêr e û anî ziman ku bi hişmendiya paşverû dixwazin jinan bêdeng bikin û nehêlin ew bigihîjin azadî û mafên xwe.
Li ser hewldanên wan ên rawestandina qirikirina jinan, Xaliya diyar kir ku ew xwe bi rêxistin dikin, da ku bibin û li dijî tundî û kuştina jinan têbikoşin.
Xaliye El-Kicwan: Armanc û xewnên jinan yek e, ew jî parastina mafên wê ye
Der barê çalakiyên pêngavê de jî Xaliya eşkere ku ji bo danasîna pêngavê û parastina mafên jinên pêşeng, wê çar sermîner li seranserî cîhanê werin organîzekirin.
Amadekirina danegehek û tê de vegotina plansaziyên tunekirinê li ser siyasetmedar, çalakvan û şoreşgerên jin ji 2000’an heya 2021’ê divê hebe.
Xaliya El-Kicwan ji hemî jinên Sûriye û cîhanê re peyamek şand û got:
Raman, netewe û zimanê me çiqas ji hev cuda bin jî dê armanc û xewnên me yek bin, ji ber vê yekê divê em giyan, raman û gotinên xwe bikin yek da ku em parestina mafên xwe yên rewa bikin.