Lopez de Lacalle: Tecrîda binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye

Seroka Yekîtiya Azadiyê ya Ewropayê Lorena Lopez de Lacelle, tecrîda girankirî a li ser rêber Apo û armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker nirxand.
Lopez de Lacelle rêber Apo wekî rêberekî ji bo azadiya gelê xwe têdikoşe pênase kir û banga demildest bidawîkirina tecrîdê kir.

Seroka Yekîtiya Azad a Ewropayê (EFA) Lorena Lopez de Lacalle têkildarî tecrîda girankir ji ajansa ANF’ê re axivî.

Lopez de Lacelle diyar kir ku şertên tecrîdê yên li ser Rêber Apo, binpêkirin û înkarkirina hiqûqa navneteweyî ye û destnîşan kir ku dewleta Tirk qanûnên navneteweyî binpê dike.

Lopez de Lacalle: Di şexsê Abdullah Ocalan de gelê Kurd tê cezakirin

Lopez de Lacalle îşaret bi vê yekê kir ku divê li girtîgehan mafên mirovan bên şopandin û got:

“Tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê wateya cezakirina malbata wî û gelê Kurd.”

Lopez de Lacalle: Divê bi Abdullah Ocalan re pêvajoyeke nîqaşê hebe

Lopez de Lacalle diyar kir ku divê pirsgirêka Kurd bi nîqaşên bi pêşengiya Rêber Apo bê çareserkirin û wiha got:

“Eger pêvajoyek aştiyê pêk were divê Abdullah Ocalan di hemû nîqaşan de cih bigire û beşdarî vê pêvajoyê bibe. Erdogan vê bixweze jî nexwaze jî rewş eşkere ye. Ji ber vê yekê çareseriya pirsgirêka Kurd bi diyalog û nîqaşê pêkan e ku ew jî divê Abdullah Ocalan tê de cih bigire.”

Lopez de Lacalle: Bêdengiya Ewropayê durûtî ye

Her wiha Lopez de Lacalle bêdengiya Ewropayê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê bi taybet li Rojava dimeşîne jî rexne kir.

“Ev helwesta Ewropayê durûtî ye. Em vê durûtiya Ewropayê şermezar dikin. Eşkere ye ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava ne tenê binpêkirina mafên mirovan e, di heman demê de destwerdan û dagirkeriya li ser karên navxweyî yên welatekî ye.”

Lopez de Lacalle: Armanca sereke ya Tirkiyeyê tunekirina Rojavayê ye

Lorena Lopez de Lacalle da zanîn Rojava îspat kir ku li herêmê pergaleke siyasî ya demokratîk tê meşandin û wiha dawî li axaftina xwe anî:

“Armanca êrişên dewleta Tirk tunekirina vê pêrgalê ye.

Divê em tu carî hedefgirtina pergaleke wiha qebûl nekin.”

“Li her derê cîhanê her kesek daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike”

Back to top button