“Li her derê cîhanê her kesek daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike”

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî ya sîyasî” Greva birçîbûnê ya zîndanên li Bakurê Kuridistan û Tirkiyê di roja 13’an de didome.
Bi vê berxwedanê ve girêdayî çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amed, Wan, Edene û Mersînê jî di roja 6’an de didome
Parlamenterê Rihayê Omer Ocalan diyarkir ku fikrê Rêber APO gerdûnî bûye û êdî dema azadiya wî ya fîzîkî hatiye.

Rêber Apo ev 25 sal in di bin tecrîdeke girangkirî de tê ragirtin û ev 33 meh în jî tu agahî jê nayên girtin.

Di 10’ê cotmehê de li 74 car navendên cûda yên cîhanî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî ya sîyasî” li dijî vê tecrîdê hate destpêkirin.

Di çarçoveya heman pêngavê de girtiyên siyasî yên zindanên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî 27’ê mijdarê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kirin.

Grevên birçîbûnê yên di girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê di roja 13’emîn de berdewam dikin.

Malbatên girtiyên siyasî li Amed, Wan, Edene û Mersînê jî di heman çarçoveyê de Nobeta Edaletê Dane destpêkirin.

Ev çalakî jî 6 roje berdewam e.

Omer Ocalan: Dema azadbûna birêz Ocalan hatiye

Parlamenterê Rihayê yê HEDEPê Omer Ocalan, di çarçoveya heman mijar de axivî û got:

“Di cîhanê de gelek rewşenbîr, kedkar û kes ji bo azadiya Ocalan ked didin

Paradîgmaya birêz Ocalan, nirxên neteweyî gerdunî da ava kirin.

Li her dereke cîhanê, herkes azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan dixwazin.”

Omer Ocalan: Divê her kes li gorî berpirsyartiya xwe tevbigere

Omer Ocalan bahsa grevê birçîbûnê yê li Bakurê Kurdistan û tirkiyê jî kir û wiha domand:

“Girtî bi qasî ku ji wan tê dixwazin ji pêvajoyê re bibin bersiv.

Bi vê çalakiya xwe ve hem peyamê didin me hem jî didin dewletê.

Heke em yên li derve, li gorî berpirsyariyên xwe tevgeriyabana dê ev bar neketiba ser milên wan.

Divê her kesek li gorî berpirsyariya xwe tevbigere.”

Reşahat Ada: Em ê bi zarokên xwe yên girtî re li ber xwe bidin

Xwişka Hamdûsena Ada yê ku yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de ye li ser grava birçîbûnê axivî.

Reşahat Ada anî ziman ku zarokên wan ji bo gel û nasnameya xwe têdikoşin.

Endamên HDP’ê yên Başûrê Kurdistanê: Divê her kes li dijî tecrîdê rabe

Di derbarê tecrîda li ser Rêber APO de endamên HDP’ê yên Başûrê Kurdistanê jî axivîn.

Abid Îke da zanîn ku divê civaka navdewletî û gelê Kurd li her çar aliyê Kurdistanê li dijî tecrîdkirina Rêber APO rabin.”

Li ser heman mijarê Endamê HDP’ê Mihemed Kaya jî da diyar kirin ku tecrîdkirina Rêberê Apo tê wateya tecrîdkirina tevayî gelê Kurd.”

Malbata Rêber Apo û girtiyên din: ‘Bi lez’ dixwazin serdana Îmraliyê bikin

Back to top button