Li Swêdê bazara demokrasiyê!

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Stoltenberg diyar kir ku ew ê li ser mijarê di demeke nêz de biçe Tirkiyê.

Swêd bêtirî salekê ye ji bo parastina welatê xwe dixwaze bibe endamê NATO’yê.

Ev daxwaza Swêd, ji aliyê Tirkiyê ve weke fersendekê ya li dijî zexta li ser mixalîfên Tirk yên li wî welatî hat.

Li Swêdê qanûnên nû yên têkoşîna li dijî “terorê” ketin meriyetê.

Li gorî qanûnên têkildar, divê kes piştevaniya rêxistinên li nava welat ku weke teror tê dîtin neke.

Berovajî wê ev kes wê bêne girtin.

Bi tundkirina qanûnên xwe yên li dijî terorê, Stockholm hêvî dike ku erêkirina Enqereyê ya ji bo endamtiya wê ya NATO bigre.

Piştî êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê, Swêd û Fînlandiyayê ku bi kevneşopî siyaseta derve ya bêalî dişopandin, di 18’ê Gulana 2022’an de serlêdana endamtiya NATOyê kiribûn.

Fînlandiya di Nîsana borî de piştî erêkirina 30 welatên endam bû endamê 31’mîn yê NATO yê.

Swêd ji ber hîna erêkirina Tirkiye û Macarîstanê negirtiye, hîna jî tevlî hevpeymaniyê nebûye.

Sekreterê Giştî yê NATO wê biçe Enqerê

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg diyar kir ku ji bo pêvajoya endametiya Swêdê ya li NATO’yê, wê di demeke nêz de biçe Tirkiyeyê.

Jens Stoltenberg di destpêka civîna wezîrên karên derve ya welatên endamên NATO’yê de li Osloyê axivî.

Stoltenberg diyar kir ku destpêka hefteyê bi şefê rejîma Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kiriye û wê di demeke nêz de biçe Enqereyê.

Stoltenberg anî ziman ku armanca sereke ya serdanê erêkirina Tirkiyê ya bo endamtiya Swêdê ye.

Endametiya Swêdê ya li nava NATO’yê ji ber vetoya dewleta Tirk pêk nayê.

Dewleta Tirk dixwaze zexta li ser Kurdan li Swêdê jî bike.

Blinken: Dema endamtiay Swêd bo NATO hatiye

Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blinken jî roja Sêşemê bang li Tirkiye û Macaristanê kiribû ku dawî li vetoyê bînin û gotibû,

“Dema wê hatiye.”

Back to top button