Konseya Ewlekariyê ya NY ji bo Sûdanê dicive

Sekreterê Gitşî yê NY Guterres bi mijara Sûdanê, Konseya Ewlekariyê ya NY dicivîne.
Amerîka jî gef li aliyên Sûdanê xwar ku ger agirbest were binpêkirin wê cezayan pêk bînin.

Li Sûdanê rewşa aloz û şerê deshilatdariyê.

Ev rewş ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve, di nava fikaran de tê temaşekirin.

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric di civîna çapemeniyê ya rojane de bersiva pirsên têkildarî rewşa li Sûdanê da.

Dujarric bal kişand ser wê yekê ku NY ne alîgirê danûstandinên Ciddeyê ye û got,

“Xebatkarên me yên alîkariyên mirovî yên li ser erdê hewl didin ku bi her du hikûmetê re têkilî danîne.

Peyama me ya giştî ew e ku tavilê dawî li tevahî şer were.

Em dikarin alîkariyê bidin gelê Sûdanê yên hewcedar.”

Dujarric da zanîn ku aliyên li Sûdanê ji bo gihandina alîkariyên mirovî zêdetir dest bi hevkariyê kirine û ev tişt anî ziman:

Hevkarên Neteweyên Yekbûyî hewl didin alîkariyê bigihînin hemû xalan.

Dujarric agahî parve kir û got,

“Ez piştrast dikim ku Sekreterê Giştî yê NY ji bo rewşa dramatîk a Sûdanê bi welatên endam re bicive, bang li Konseya Ewlekariyê ya NYê kiriye.

Civîna ku wê piştî nîvro pêk were dê bi rûniştineke girtî bê kirin.”

Waşîngton: Binpêkirina agirbestê wê cezayan bi xwere bîne

Bi piştevaniya Riyad û Waşîngtonê 20’ê Gulanê biryara agirbestê ya 22’ê Gulanê ji bo hefteyekê hat ragihandin.

Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Antony Blinken jî got, yên agirbestê binpê bikin wê ceza li ser bên ferzkirin.

Erebîstana Siûdî û DYA’yê 29’ê Gulanê ragihandin ku li ser dirêjkirina peymana agirbestê 5 rojên din li hev kirine.

Di dema agirbestên ku hatin ragihandin de, şer dewam dike.

Her du alî hevdu bi binpêkirina agirbestê tawanbar kirin.

Îro medyaya Sûdanê ragihand ku artêşê beşdariya xwe di danûstandinên Ciddeyê de rawestandiye.

NY diyar kir ku bêtirî milyonek kes di nava welêt de ji cih û warên xwe bûne û ji ber şer 300 hezar kes reviyane welatên cîran.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku ji ber şerê li Sûdanê 850 kesan jiyana xwe ji dest dane û 5 hezar û 500 kes jî birîndar bûne.

Li Sûdanê 11 zarokên sêwî ji ber guhnedayînê mirin

Back to top button