Rûsya di seaetên siharê de êrişî Kîevê kir

Rûsya di her fersendekî de êrişî paytexta Ukrayna Kîevê dike.
Di êrişa bi moşekan pêk hat de, 3 kes mirin û 12 jî birîdar bûn.
Serokomarê Fransayê Macron diyar kir ku kesê ku di pêvajoya şer de dibe ku Rojava pê re muzakereyê bike Serokê Rûsya Putin e.
Di vê navberê de, Waşîngtonê paketek nû ya alîkariya bo Ukrayna ku ji 300 mîlyon dolarî pêk tê eşkere kir.

Moskow êrişên bi çekên giran yên li ser Kîevê zêde dike.

Piştî êrişa bi balafirên bêmirov ya li ser Moskow, vê carê Rûsya bi moşekan êrişî paytexta Ukrayna Kîevê kir.

Di êrişa li ser Kîevê de zarokek û 2 kes mirin

Midûriyeta Polîsan a Neteweyî ya Ukrayna li ser mijarê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, di encama êrîşê de keçeke 9 salî, dayika wê ya 34 salî û jineke 33 salî jiyana xwe ji dest dane û 12 kes jî birîndar bûne.

Her wiha hat diyarkirin ku xisar li nexweşxane, kreş û apartmanekê çêbûye.

Macron dixwaze li gel Putin danûstandin pêk bên

Di vê navberê de, Serokomarê Fransa Emmanuel Macron ji bo dawî hatina li şer işaret bi danûstandinên li gel Serokê Rûsya Vladimir Putin kir.

Emmanuel Macron got:

Ne pêkane ku Putin ji ber sûcên şer yên li Ukrayna pêk aniyî li dadgeha Lahey were dadgekirin.

Li gorî nûçeya The Guardian macron di konferansa lîderên Yekîtiya Ewropa (YE) ya li Slovakya de li ser mijarên cuda axivî.

Macron li wir bal kişand li ser pêwistiya hevdîtina li gel Putin.

Serokomarê Fransa diyar kir ku divê piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Ukraynayê bidome û got,

Eger di hilbijartina 2024’an ên Amerîkayê da Komarî bi ser bikeve û piştgiriya ji Ukraynayê re bê guhertin, divê Ewropa parastina xwe xurt bike.

Ji Amerîka alîkariya nû a 300 milyon dolar bo Ukrayna

Li aliyekî din, Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby di civîna çapemeniyê ya rojane de bersiv da pirsên rojnamevanan.

Kirby da zanîn ku artêşa Amerîkayê wê ji depoyên xwe alîkariya leşkerî ya nû bide Ukraynayê û got;

Di pakêta nû de cebilxaneyên zêde yên pergalên parastina hewayî ya Patriot, Stingers û Pergala Roketî ya Topavêj a Bilind (HIMARS) hene.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) jî parve kir ku pakêta alîkariyê ya leşkerî bi bihayê 300 milyon dolarî ye û amûrên pûçkirina mayînan û cebilxaneyên curbecur hene.

Di êrişa li ser herêma Luhanskê de 5 kes mirin

Back to top button