QSD’ê bersiva banga rejîmê da: Em bangên poşmaniyê qebûl nakin

Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi daxuyaniyekê bersiv da banga Wezareta Parastinê ya Sûrî. QSD’ê, awayê banga Wezareta Sûrî rexne kir û got, “Divê taybetmendî û hebûna QSD’ê were pejirandin.

Fermandariya Giştî ya QSD’ê bersiv da banga Wezarata Parastinê ya Sûrî û anî ziman ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk hewldanên ji bo parastina Sûrî gavên bi nirx in.

QSD’ê diyar kir ku ji bo hevgirtina hêzan weke berê jî helwesta xwe nîşan dane, divê taybetmendî û hebûna QSD’ê were pejirandin.

QSD’ê xwest ku ji bo hêzên parastinê ji nû ve were sazkirin, xebateke hevbeş pêş bikeve.

QSD’ê helwesta wezareta Sûrî rexne û weha bersiv da:

“Dûbare em dibêjin, QSD’ê hêzeke le şkerî rêxistinkirî ye.

Em bi ti awayî rêbaza bangên poşmaniyê qebûl nakin.

Ji ber vê yekê li şûna poşmaniyê, pêwîst dikir wezareta parastinê ya Sûrî banga vekirina deriyê diyalogê kiriba.

Encax di rewşeke wiha de, niyeta rast a ji bo yekkirina hêzên parastinê karîba xwe bidaya der.”

Leave a Reply

Back to top button