YRD: Xebatkarê YRD Vedat Erdemcî li Serê Kaniyê şehîd bû

YRD’ê ragihand ku kedkarê Çapemeniya Azad Vedat Erdemcî li Serê Kaniyê, di êrîşên dagirker ên dewleta Tirk de şehîd bûye.

Yekîtiya Ragihandina Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrî şehadeta Erdemcî bi daxuyaniyekê ragihand.

YRD’ê diyar kir ku kedkarê çapameniya azad rojnamevan Vedat Erdemcî demên dirêj di nav saziyên cuda yên Çapemeniya Azad de kar kiriye û dema êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê belge dikir, di 11’ê Cotmehê de li Serêkaniyê tevlî karwanê şehîdan bûye.

YRD destnîşan kir ku şehîd Vedat Erdemcî, tevî hemû zext û zilmê ji rastiya çapemeniya azad venegariya ye, rêya heqîqetê şopandiye û her tim bûye hedefa dagirker û hevkarên wê.

YRD bibîrxist ku sala 2015’an jî dema çeteyan êrîşî Serê Kaniyê kir, birayê Vedat Erdemcî di şer de şehîd bûye.

YRD diyar kir ku Vedat Erdemcî kevneşopiya çapemeniya azad yê Apê Mûsa, Gurbetellî Ersoz, Nûjiyan Erhan’an dewir girtiye û got, “Em hemû kedkarên çapameniyê yên şehîd ketine bibîrtinin û ji gelê Kurd û malbatên wan re sersaxiyê dixwazin. “

Leave a Reply

Back to top button