Komîteya Şilêr a Parastina Mafên Zarokan navendeke perwerde û fêrkiria zarokan li Helebê vekir.
Komîteyê bi merasîmekê navendeke perwerdekirin û fêrkirina zarokan û danasîna wan bi mafên wan li beşê rojava yê taxa Şêxmeqûsdê vekir.
Rêvebera Komîteya Şilêr a kantona Şehbayê Bedîa Muslim axivî û got: “Em vê navendê ji bo perwerdekirina zarokan û bicihanîna daxwazên wan ê di warê çandî, spor û wênsaziyê de vedikin.”
Rêvebera Komîteya Şilêr a Helebê Semîra Bekir li ser girîngiya ku zarok fêrî zimanê kurdî bibin axivî û got: “Ev navend ji bo perwerdekirina zarokan hatiye vekirin.
Ya herî girîng ew e ku zarok fêrî zimanê kurdî bibin.
Komîteya Şilêr bi şopandina mafên zarokan, binpêkirin û tundiya ku li dijî wan têne kirin û çareserkirina pirsgirêkên wan eleqedar dibe.