Salih Muslim: Avakirina civakek polîtîk-exlaqî bi netewa demokratîk pêkane

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD îro foruma Sûrî ya 2’yemîn li Reqayê li dar xist.
Di forumê de Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî axivî û got: “Hevgirtina gelê herêmê ji tevahiya Sûriyê re bû modelek.”

Di komxebatê de hevserokê PYD′ê Salih Muslim li ser sedemên lidarxistina komxebatê û girîngiya wê axivî û wiha got:

“Ez hemû bi avakirina stratejiya têkiliyên Kurd-Ereb têkildar in.

Ji lewre erka me xebata ji bo avakirina civakeke polîtîk-exlaqî ye.

Ev jî tenê bi rêya projeya neteweya demokratîk ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, pêkan e.”

Mezlûm Ebdî: Hevgirtina gelê herêmê ji tevahî Sûriyê re bû mînak

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD Mezlûm Ebdî peyamek Komxebatê re şand.

Mezlûm Ebdî ji peyama xwe de wiha got:

“Di dirêjahiya krîza Sûriyê de û hîna jî em li ser siyaseta xwe ne.

Em hewl didin parastina hevgirtina hemû aliyan bikin û bi awayekî hevbeş bixebitin.

Hewldanên me yên hevbeş ji bo parastina têkiliyan û xwegihandina her kesî bû, da ku ji bo Sûriyê bibe nimûneyek.”

Ebdî diyar kir ku divê gelê herêmê li hember siyastên ku armanca hewldanên kişandina herêmê ber bi şerekî navxweyî ve ku armancên wê ne diyar in, baldar bin.

Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku gel wê bi hevgirtina xwe li hember destwerdanên herêmî û navneteweyî yên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser bisekinin.

Di forumê de ji aliyê beşdaran ve gelek mjarên weke dîroka têkiliyên Kurd li Sûriyê, dîroka têkiliyên Kurd li Rojhilata Navîn û rola stratejîk a têkiliyên Ereb-Kurd di çareserkirina krîza Sûriyeyê de hatin nîqaşkirin.

Back to top button