Piştgirî ji bo Azadiya Ocalan

Li Brîtanyayê, sendîkaya muzîsyenan ku temsîla bi deh hezaran muzîsyenan dike, tevlî kampanya ji bo azadiya Rêber Ocalan bû.

Kampanya ‘Azadî ji Ocalan re’ piştgiriya sendîkaya mûzisyenan silav kir û got:
Stranên azadiyê her tim ji bo çîna karker a rêxistinbûyî bûn awazê têkoşîna navneteweyî.

Li Brîtanyayê ev zêdetirî 4 salin, ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan, kampanyeyek berfireh tê lidarxistin.

Kampanya ‘Azadî ji Ocalan re’, sala 2016’an li Kamara Avamê, bi daxuyaniyekê ji aliyê mezintirîn sendîkayên Îngilistanê û Galê Unite, The Union û Sendîkaya Karê Giştî ve hate destpêkirin.

Piştre, gelek sendikayên din ku bi milyonan endamên wan hene jî, beşdarî kampanyayê bûn.

Sendîkayên di kampanyayê de cîh digrin, gelek beşên cuda yên civakê temsîl dikin.

Yek ji wan jî PROSPECT e, ku zanyar, hunermend, endezyar û midur endamên wê ne.

Derdora 183 hezar endamên xwe hene.

Thompsons Solicitors jî, temsîla bi sedan parêzerî dike.

Di meha gulanê de beşên Unite South East Regional Committee,

Unite Civil Air Transport Section,

Unite Branch 7687, Unite Fylde Coast û

Unite Doncaster NE/Sec1 ên ser bi sendîkaya Unite jî tevlî kampanyayê bûn.

Herî dawî jî Sendîkaya Muzîsyenan, Musicians Union, tevlî kampanyayê bû.

Ev sendîkaya ku di sala 1893’an de li bajarê Manchesterê ava bûye, temsîla zêdeyî 30 hezar muzîsyenî dike.

Kampanya ‘Azadî ji Ocalan re jî, bi daxuyaniyekî piştgiriya Yekîtiya Muzîsyenan silav kir.

Kampanyayê destnîşan kir, ku muzîk li tevahiya cîhanê di nava dînamîzma tevgerên civakî de, bi roleke bingehîn radibe.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku di têkoşîna dijî rejîma Apartheîd de ya li Efrîkaya Başûr, muzîkê li qada navneteweyî roleke girîng lîstiye û hate gotin:

‘Muzîkê dengê xwe da dengê yên bêdeng û kir ku neheqiya li reşikên li Efrîkaya Başûr tê kirin bê dîtin û bihîstin.’

Kampanyayê bi bîr xist, ku dewleta Tirk hema piştî avabûnê ziman, kinc û navên Kurdî qedexe kir û ji salên 1980’î û pê ve, gelek kes ji ber ku bi Kurdî stran gotin hatin girtin.

Kampanyayê bal kişand ser rola muzîkê ya di nava berxwedana dijî zilmê de û diyar kir:

Stranên azadiyê her tim ji bo çîna karker a rêxistinbûyî bûn awazê têkoşîna navneteweyî.

Back to top button