QSD’ê bang li çekdarên ku tevlî buyerên li Dêrazorê bûne kir

QSD′ê bang li tevahî çekdarên destê wan di bûyerên dawîn ên Dêrazorê de hene kir ku xwe bigînin hêzên wan û rewşa xwe çareser bikin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk- QSD’ê li ser mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

​​​​​​​ QSD: Di nava 15 rojan de xwe bighînin hêzên me û rewşa xwe çareser bikin

′′Em Hêzên Sûriya Demokratîk bang li tevahî çekdarên destên wan di bûyerên dawîn ên li Dêrazorê de hene û reviyane herêmên di bin serweriya rejîmê dikin ku di nava 15 rojan de xwe bighînin hêzên me, vegerin herêmê û dest bi çareserkirina rewşa xwe bikin.

Ji bo peywendiyê hêzên me û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nureyên WhatsAppê yên li jêrê diyar kirine:

0980988356
0995025361
0987390739
0983298866

Her wiha em bang li kesên ku li herêmê çek rakirine dikin, ji îro ve û di nava kêmî 15 rojan de çekên xwe radest bikin û dest bi tedbîrên qanûnî yên pêwîst bikin.”

QSD’ê diyar kir ku ew ê piştgiriya xelkên Dêrazorê ku ji ber êrişên çekdaran ên li ser saziyên xizmetguzarî û rêveberiyê de ziyan dîtine, bikin.

Back to top button