Qamişlo-MSD’ê bi komcivînekê aloziya Sûriyê û riyên çareseriyê nîqaş kir

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê jî derbarê çareseriya aloziya Sûrî de komcivînek li hola zane ya Qamişlo li dar xist.
Komcivîn bi encamnameyekê bi dawî bû.

Xebatên Meclisa Sûriya Demokratîk MSD yên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê berdewamin.

Îro MSD bi sernavê “Çareseriya aloziya Sûrî û girîngiya diyaloga niştîmanî” li Qaimşlo komcivînek li dar xist.

Endamên partiyên siyasî, şêx û rûspî, kesayetên serbixwe, endamên bawarî û olan, rewşenbîr, endamên NRLS, û endamên navenda Sûrî yê diyalogê di komcivînê de amade bûn.

Komcivîn ser du beşan hate birêvebirin.

Beşa yekem ‘Aloziya Sûrî, astengî û asoyên çareseriya aloziya Sûrî’ bû û ji aliyê hevseroka MSD’ê Emîne Omer ve hat birêvebirin.

Endamê Têkiliyên MSD yê herêma Cizîrê Hisên Ezam jî beşê derbarê ‘Diyaloga niştîmanî misogeriya mafê her kesî ye’ birêve bir.

Piştre, beşdaran jî nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.

Komcivîn bi encamnameyekê bi dawî bû.

Tê payîn piştî lidarxistina komcivînan, MSD kongreyeke niştîmanî Sûrî li dar bixe.

Back to top button