Moldova wê bibe endamê Yekîtiya Ewropayê

Seroka Komîsyona YE von der Leyen, bal kişand ser pêvajoya endamtiya Moldovayê ya ji bo yekîtiyê û got:
“Moldova di dilê Ewropayê de ye.
Ez dixwazim peyama ’em bi we re ne’ bidin gelê Moldovayê. ”
Seroka Moldovayê Maia Sandu jî diyar kir ku ew paşeroja welatê xwe di YEyê de dibînin.

Moldova xwe hazir dike ku di demên pêş de bi awayekî fermî bibe endamê Yekîtiya Ewropayê.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen ji bo pêşketina mezin a Moldovayê Seroka wî welatî Maia Sandu pîroz kir.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê: Moldova Ewropaye

Leyen di civîna çapemeniyê ya li paytexta Moldovayê de

“Moldova di dilê Ewropayê de ye. Moldova Ewrûpa ye. Îro û sibê hemû Ewropa Moldova ye”

Her wiha Von der Leyen bal kişand ser pêvajoya endamtiya Moldovayê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê û got:

“Ez dixwazim peyama ’em bi we re ne’ bidin gelê Moldovayê.

Di her pêngava we ya li ser rêya Yekîtiya Ewropayê de em piştgiriyê didin we.”

“Girêdana Moldovayê bi Rûsyayê re kêm bûye, Moldova bi ser ketiye”

Her wiha Von der Leyen balkişand ser têkîliyê di navbera Rûsya û Moldovayê de û diyar kir:

“Rûsya dema ku bi enerjiyê şantajê li Moldovayê dikir di rewşeke gelekî zehmet de bû lê niha girêdayîbûna wê kêm bûye.

Ez bi rastî jî Moldovayê pîroz dikim. hûn di demeke pir zehmet re derbas bû, lê hûn bi serketin.”

“Paşeroja Moldovayê di Yekîtiya Ewropayê de ye”

Seroka Moldovayê Maia Sandu jî ragihand:

“Erka nifşa me ye ku em Moldovayê li malbata Ewropayê zêde bikin û Yekîtiya Ewropayê bînin malê.

Û ez bawer dikim ku em ê bi ser bikevin.”

Sandu destnîşan kir ku ew paşeroja welatê xwe di YEyê de dibînin û ji bo reforman di asta herî jor de hewldana nîşan didin.

Back to top button