Zarokên Mexmûrê qetilkirina zarokên Hesekê şermezar kirin

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, zarokan bi daxuyaniyekê qetilkirina zarokên Hesekê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezarkirin.

Zarokên Wargeha Mexmûrê li ber avahiya Kevana Zêrîn daxuyaniyek dan û gotin: “Di hemu şer û komkujiyan de yên tên qetilkirin zarokin û zarok zindiyên herî paqij û bê gunehin ser rûyê cîhanê.

Em zarok pêşeroja civakanin di kesayetiya me de pêşeroja netewekê tê hedefgirtin, em ji bo jiyanek bi aram, azad, wekhev û xweşik jiyanbikin tên dinyayê.

Şer, pevçûn, dagirkerî û hesabên we hêzên desthilatdar yên li ser berjewendiyên we yên qirêj, xwesteka we ya ji bo kar a zêde û netêr bûna nefsa we ya çav birçî dibe sedem ku ji temenê me zêdetir gule li me were reşandin.

Em weke zarok dixwazin di welatê xwe de li tax û kolanên xwe leyîstokên xwe bilîzin, bi zimanê xwe bi peyvin, li cihê dengê tank, top û teyareyan dengê tembor û daholê bibihîsin.

Back to top button