Doh li herêma Firatê 4’emîn Pêşangeha Wênekêşiyê dest pê kir. Pêşangeh bi dirûşma “Em çiqas cihereng bin, li ser tabloya welat dibin yek reng” li parka Ronîwar a li Kobanê hat vekirin.
Li Herêma Firatê bi pêşengiya mamoste û xwendekaran 4’emîn Pêşengeha Wênexêziyêbi beşdariya 14 xwendekaran dest pê kir û dê 3 roj berdewam bike.
Pêşengeha Wênexêziyê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî xido li Kobanê bi serenav “Talîzoka Rengan” hat vekirin.
14 xwendekarên beşa wênexêziyê ya navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi 54 tabloyan tev li pêşangehê bûn û xwendekar armanc dikin ku bi berhemên xwe civakên xwe bixemilînin.
Di vekirina pêşangehê de Hevsoroka Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido Emîne Hisên axivî û got:
“Di her tabloyeke xwendekarên me de çîrokekê di nava xwe de dihewîne. Em ê bi hunera xwe li hemberî dagirkeriyê bibin bersiv.”