Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Datça ya Muglayê Hulya Oguz jiyana xwe ji dest da.
Ev demek dirêj bû Hulya ji ber nexweşiya penceşêrê dihat tedavî kirin.
Ji ber tedaviyê ev ev 6 mehin ji bo tedawiyê li Stanbolê didît.
Lê tevî hemû helwdanên dixtoran jî duj Hulyayê jiyana xwe jidest da.
Wê îro cenazeyê wê bînin Datça ya Muglayê û li goristana Yakakoy bê definkirin.
Rêxistina HDP’a Datçayê li ser çapemeniya civakî peyamek weşand û got:
Ji ber windakirina Hulya Oguz em gelek xemgînin.
Hulya, bi salane di têkoşîna siyasî de cih digirt û ji 2017’an heta niha li Datçayê di HDP’ê de rêveberî û hevserokatî kir.