Nûnerê serokomarê Iraqê bi şêniyên taxa Newroz re civiya

Hewldanên Artêşa Iraqê a vala kirina taxa Newroz a Kerkûkê dewam dike.
Li gorî agahiyan nûnerê Serokomarê Iraqê bi şêniyên taxê re civiya û wê sibe rêze hevdîtin di asta bilind de bên kirin.

Li dijî dagirkariya artêşa Iraqê, çalakiya xelkê taxa Newroz ya Kerkûkê berdewam dike.

Çavkaniyek herêmî diyarkirin ku Nûnerê Serokomarê Iraqê Ezîz Mecîd bi awayek veşartî bi pêkhateyên taxê re hevdî pêk anî.

Heman çavkaniyê dazanîn biryare sibe nûnerê Serokomarê Iraqê li Bexdayê bi Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî, Wezîrê Parastin, Wezîrê Darayî û Fermandarê Giştî yê Kerkûkê re bicive.

Çavkaniyê got wê sibe encamên hevdîtinan piştî nîvro bên eşkerekirin.

Rêbwar Teha: Hewldanên valakirina taxa Newroz ne nû ye

Encûmenên parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Teha derbarê hewldanên Artêşa Iraqê der barê mijarê de got:

“Hemû hewldanên artêşa Iraqê yên li taxa Newroz, berovajiyê yasayê ye.”

Xelkê Kerkûkê li dijî dagirkeriya artêşa Iraqê konê çalakiyê veda

Back to top button