Newroz Uysal :CPT xwedî li rapora xwe derneket

Parêzera Rêber Abdullah Ocalan Newroz Uysal, diyar kir ku hevdîtînên bi Ocalan re tenê xistine astekî ku jê agahî girtin û negirtinê. Newrozê got: “Dewlet bi zanebûn ew polîtikayê xistiye pêşiya xwe, ne di şert û mercên prosodurên rewşa hiqûqê de, di rewşa şert û mercên awarte de ev zemîn tê ava kirin.”

Dewleta Tirka faşîst her diçe tecrîda li ser Rêber Apo girantir dike.

Rayedarên Tirk ji 12`yê Cotmehê û pê ve hevdîtina parêzeran ya bi Rêber Apo re heta 6 mehan û ji 18`ê Tebaxê û pê ve jî hevdîtina bi malbatê re heta 3 mehan qedexe kir.

Têkîldarî mijarê ji parêzêrên Abdullah Ocalan, Newroz Uysal axivî .

Newroz diyar kir ku di şexsê Abdullah Ocalan de pergalek îşkenceyê ya ku 23 sal in li girtîgeha İmraliyê tê meşandin re rûbirû ne û got .

” Dewleta Tirk her ku diçe ev pergal xwe kûr dike û vediguhêzîne şewazek nû.

Ew veguhastin ne di hêla mafên mirovan deye ev şêwazekî derxanîniye.

Lewra ev tecrîd îro xwe diteyîsîne hemû qadên civakî û di hêla hiqûqî de jî xwe dixe şêwazekî metirsîdar.

Ev pergala tecrîd bi awayekî aşkere bêhiqûqîyê nîşanê hiqûqa navxweyî û navneteweyî dide.”

Newroz Uysal: Me ji sala 2011 an heya îro tenê 5 hevdîtin pêk aniye

Newroz da zanîn ku wan ji sala 2011’an heya roja îro tenê 5 hevdîtin bi Ocalan re kirine û wiha domand .

“Birêz Ocalan di pêvajoya girtina 23 salan de tim rola ku ji xwe re sipartibû rolekê çeker a hêla aştiyê ye.

Ji bo ku pirsgirêka kurd bi awayekî demokratik bê çareser kirin, bangên xwe hem ji dewletan re hem jî ji civatê re vegotibû.

Hevdîtina me ya dawî de jî di wê çarçoveyê de pêk hat. ”

Newroz bal kişand li ser nêzikatiya CPT’ê û destnîşan kir ku Tecrîda girankiriya li dijî Abdullah Ocalan di hêla hiqûqê de tê wateya îşkenceyê û wiha dirêjî da axavtina xwe :

“CPT raporek ku derbarê Îmraliyê amade kiribû, di raporê de diyar kiribû ku li Îmraliyê tecrîdek mutleq heye.

Di wateya hiqûqê de jî ew têgeh gelek giran e.

Lê belê di vê warê de ne Tirkiyê gavekê avêt, ne jî CPT xwedî li rapora xwe derket û helwestek diyarkirî nîşan neda.”

Back to top button