Çalakiyên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker didomin

Li Bakur û Rojhilatê Sûrî çalakî û nerazîbûnên li dijî êrişên dagirkeriya Tirk dewam dikin. Li seranserî herêmê bi daxuyaniyên cuda êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Di çalalkiyan de li dijî êrişan peyama bilindkirina berxwedanê hate dayîn.

Gelê herêmê bi çalakiyên cuda hêrs û nerazîbûna xwe ya li dijî êrişên dewleta Tirk a faşîst nîşan didin.

Îro jî li herêmê çalakî hebûn.

Rêvberiya Xweser a herêma Cizîrê: Divê li dijî êriş û dagirkerîyê yekîtî û hevgirtin bê xurtkirin

Rêveberiya Xweser A Herêma Cizîrê li navçeya Amûdê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk li ser herêmê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin dê ev êriş bibin sedema ku DAIŞ ji nû ve li herêmê zindî bibe.

Di dawiyê de bang li civaka navnetewî û hêzên garantor ên li herêmê hate kirin ku rê li hember komkujiyên nû ji aliyê dewleta Tirk ve bigrin.

Meclisa Zagonsaz a Tepqa: Armanca êrişên dewleta Tirk têkbirina aramiya herêmê ye

Li Tebqayê jî Meclisa Zagonsaz daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de îşaret bi êrişên li ser herêmê hate kirin û hate diyar kirin armanca êrişan têkbirina aramiya li herêmê ye û guhertina demgerafiya wê ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Em wekî pêkhateyên li herêmê dê her dem li pişta hêzên xwe bin, yek dest bin û parastina xaka xwe bikin.”

Welatî û rûspiyên Til Temirê: divê Rûsya û hikûmeta Şamê li dijî êrişan helwesta xwe zelal bikin

Welatî û Rûsipiyên navçeya Til Temirê jî bi daxuyaniyekê êriş şermezar kirin.

Daxuyanî li pêşiya baregeha Rûsya ‎ya li ser rêya Zirganê hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriye careke din ‎piştrast dikin ku em perçeyek ji axa Sûriye ne.”

Bang li Rûsyayê û hikumeta Şamê hat kirin ku helwesta xwe li hember êrişên dewleta Tirk zelal bike.

Ciwanan li Hesekê banga bilindkirina têkoşînê kirin

Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê jî daxuyanî dan.

Ciwanan di daxuyaniyê xwe de gef û êrişên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê şermezar kir û diyar kirin armanca êrişan nuxmandina aloziyên xwe yên li hundir e.

Di dawiyê de bang li tevayî ciwanan hat kirin ku li ber êriş û dagirkeriyê rabin.

Back to top button