Li Iraqê: di du rojan de, 10 xwepêşander hatin kuştin, bi dehan kes jî birîndar bûn

Komeseriya Bilind ya Mafên Mirovan a Iraqê ragihand ku di xwepêşandanên du rojan de, li Iraqê 10 xwepêşander hatin kuştin, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Komeseriya Bilind ya Mafên Mirovan a Iraqê, derbarê xwepêşandanên ku li Bexda û bajarên din gur bûne agahî dan.

Li gorî komeseriyê di xwepêşandanan de pevçûnên dijwar di navbea xwepêşander û hêzên ewlehiyê de pêk hatin di encamê de gelek kuştî û birîndar hene.

Komeseriya Bilind ya Mafên Mirovan ya Iraqê, li ser encamên pevçûnên du rojan de ev agahî dan:

Li Bexdayê, 4 xwepêşander hatin kuştin û 85 birîndar bûn.

Li Diyalayê, xwepêşanderek hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Li Besrayê, 3 xwepêşander hatin kuştin û xwepêşanderek û 24 ji hêzên ewlehiyê birîndar bûn.

Li Zîqarê, 8 xwepêşander birîndar bûn.

Li Kerbelayê, xwepêşanderk hat kuştin û 18 birîndar bûn.

Hêjayî gotinê ye ku ji ber gendelî û bêkariya li Iraqê ji Cotmehê ve li piraniya bajarên Iraqê xwepêşandan destpê kirin.

Heta niha zêdetirî 500 xwepêşandêr hatine kuştin û nêzî 25 hezar jî birîndar bûne.

Leave a Reply

Back to top button