Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di roja 78’an de didome

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di roja 78 dewam dike.
Hêzên dewleta Îranê jî, ji bo tepisandina serhildanê êrişên xwe zêdetir-kirine.
Heta niha di êrişan de 448 kesan jiyana xwe ji dest dane û aqibeta gelek kesan jî nediyare.

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya dijî qetilkirina Jîna Emînî, tevî kuştin, girtin û binçavkirinan di roja 78’an de didome.

Duh li bajarê Sine bi serdana serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re, li bajar tedbîrên tund yên ewlekariyê hatin girtin.

Di dema serdana Reîsî de, li bajêr merasîma çileya Ramîn Fathî ku piştî hatibû binçavkirin, bi êşkenceyê jiyana xwe ji dest da bû, pêkhat.

Li bajarên Urmiye û Kamyaran jî, bi şêwazên cûda çalakiyan dewam kir û welatiyan nerazîbûna xwe anî ziman.

Tê gotin li Bokanê hêzek zêde hatiye belavkirin, girtin û binçavkirina welatiyan ya li bajêr didome.

Li bajarên Îranê jî, taybet li Tahranê xelk carek din daketin qadan û bê navber dirûşmeyên dijî dewleta Îranê qêriyan.

Li bajarê Zahîdan jî îro piştî nimêja Înê xwepêşandan hate li darxistin û welatiyan dirûşmeyên li dijî serokê olî yê Îranê dirûşme berzkirin.

Xwandekarên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî li qadan bûn.

Herwiha şofêr û karkeran jî greva xwe dewam kirin û çalakî lidarxistin.

Li aliyê din hêzên dewleta Îranê heta niha jî girtina welatiyan didomîne.

Li bajarê Dehgolanê ji 4 zarokên keç agahî nayê giritin

Ji ber wê yekê aqûbeta gelek kesan hêj ne diyar e.

Her wiha li bajarê Dehgolan ê Rojhilatê Kurdistanê ji 4 zaroken keç agahî nayê girtin.

Malbatên wan diyar dikin ku zatokên wan hatine binçavkirin, lê dewleta Îranê agahî nade.

Rêxistina Mafê Mirov a Îranê: Di êrişên dewletê de 448 kes hatine kuştin

Rêxistina Mafê Mirov a Îranê eşkere kir di xwepêşandanan de herî kêm 448 kes hatine kuştin, ji vana 60 zarok û 29 jin in.

Li gor rapora rêxistinê, tenê di hefteya borî de zêdetirî 16 kes li Îranê bi dest hêzên rejimê hatine kuştin, ji vê hejmarê zêdetirî 12 kes li bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin.

Back to top button