Cejna Newrozê li Mexmûrê hat pîrozkirin

Gelê Başûrê Kurdistanê Newroza 2023’an bi coşeke mezin pêşwazî dikin. Li Wargeha penaberan a Mexmûrê û bajarokê Qeladizê ya îdareya Raperînê jî gel agirê Newrozê pêxistin û bang li gel kirin ku beşdarî pîrozbahiyê bibin.

Newroz roja jiyana azad û berxwedanê ye.

Li Başûrê kurdistanê roja berxwedanê bi çalakiyên cuda tê pîrozkirin.

Bi sedan Ciwanên Wargeha penaberan a Mexmûrê bi meşek girseyî cejna Newrozê pêşwazî kirin.

Meşa girseyî ji aliyê Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA) ve hatî organîzekirin.

Xwendevanên wargehê li ber dibistanên xwe kombûn û ji du aliyan ve berê xwe dan Çiyayê Qereçox.

Daxuyaniyek ji aliyê Yekîtiya Xwandevanên Azad ve hat dayîn û wiha tê de hate gotin:

Newroz nîşaneya berxwedanê li Dijî zilmê ye.

Wê ev Newroz bibe Newroza yekîtiya netewa gelê Kurd û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

Wê tu caran agirê Newrozê yê Kawayê Hesinkar ne vemire û wê bi rihê berxwedanê dawî li dagirkeriyê were.

Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Cejna Newrozê li Qeladizê hat pîrozkirin

Li bajarokê Qeladizê ya îdareya Raperînê jî agirê Newrozê hat gûrkirin.

Ciwanan bi pêxistina agir, berzkirina dirûşmeyan û gerandina govendê Newroz pîroz kirin.

Her wiha bang li gel kirin ku beşdarî şahiya Newrozê bibin û agir berdin dilê dijminên gelê Kurd.

Back to top button