HPG’ê bîlançoya şer a pêvajoya bêçalakîtiyê eşkere kir

HPG’ê ragihand ku di pêvajoya şer a bêçalakiyê de 84 dagirker hatine kuştin û 32 hevrê wan şehîd bûye.
Her wiha HPG’ê ragihand ku dagirkeriya Tirkiyê li qadên berxwedanê 224 caran li dijî gerîla çekên kîmyewî qedexekirî bikaraniye.

KCK’ê 9’ê Sibata 2023’an ji ber erdheja Bakûrê Kurdistan rûda biryara bêçalakiyê li Tirkiyê ragihand.

Her wiha KCK’ê vê biriyara xwe piştî hilbijartina jî doman û herî dawî di 13’ê hezîranê ragihand ku ji ber êrişên dagirkeriya Tirkiyê ranewestiya wan bêçalakîtiya xwe bidawî dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê bi daxuyaniyeke bîlançoya şer a pêvajoya bêçalakîtiyê eşkere kir û got:

HPG: 32 Hevrêyên me şehîd bûn

Hêzên me yên li metropolan û bejahiyê ji 9’ê Sibatê heta 13’ê Hezîranê zêdeyî 4 mehan li gorî vê biryarê tevgeriyan.

Lê dewelta dagirker êrişên xwe ranewestand, berovajî êrişên xwe berfirehkir û di encam de ji 9’ê Sibatê heta 13’ê Hezîrnê 32 hevrên me şehîd bûn”

Her wiha HPG’ê derbarê êrişên dagirkeriya tirkiyê li ser qadên berxwedanê yên herema parastina medya jî ev agahî da:

HPG: 224 Caran çekên qedexekirî li dijî Gerîla hate bikaranîn

“Herêmên Parastinê yên Medyayê 373 caran bi balafirên şer, 139 caran bi helîkopteran, 4336 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Qadên Berxwedanê 224 caran bi topên ji fosforê, bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombebarankirin. ”

HPG: 84 Dagirker hatin kuştin

HPG’ê dazanîn tevî ku ew di pozîsyona bêçalakiyê de bûne jî di çarçoveya xwe parastinê de bersivdane êrişên dagirkeran û di encam de 84 dagirker hatine kuştin kontrayek jî hatiye cezakirin 3 jî birîndar bûne.

HPG’ê daxuyakirin ku sedema tabloya giran artêşa dagirker e, rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi polîtîkayên xwe mirina mirovan ji bo xwe bikaranî û hişt ku ev biryar bêçalakitiyê bidawî bibe

Back to top button