Dagirkeriya Tirk gundê Dendeniyê ê Minbicê bombebaran kir

Dema şervanên Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewl didan 2 zarokên ji ber topbaranan birîndar bûne rizgar bikin, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker êriş pêk anî. Di encamê de 4 şervan şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.
Hemwextî wê balafireke din a bêmirov welatiyek li nêzî gundê Ereb Hesen şehîd xist.

Duh jî bi balafira û hewanan gundewarê Minbicê bombebaran û topbaran kir.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê raghand:

Dagirkeriya Tirk êrîşên xwe yên li ser gundên Minbicê didomîne.

Ji sibeha roja Çarşemê ve, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obîsan gundê Dendeniyê bombebaran kirin,

Di encamê de du zarok birîndar bûn,

dema ku komek şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hewl didan xwe bigihînin sivîlên birîndar bi balafirên bê mirov hatin armanc kirin.

Di encamê de 4 şervan şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.

Li gundê Ereb hesen jî, balafireke keşfê ya dagirkeriyê malek bombebaran kir di encamê de sivîlek şehîd bû.

Heta amadekirina vê nûçeyê liv û tevgera balafirên bê mirov ê dagirkeriya Tirk didome.

Dagirkeriya Tirk bi balafiran êrişî Şehbayê kir

Back to top button