KCK’ê biryara rawestandina çalakiyên leşkerî heya hilbijartinê da

Piştî erdheja li Bakurê Kurdistanê, Fermandariya HPG biyar dabû ku çalakiyên leşkerî li nava bajaran li dijî dewleta Tirk rawesrîne.
Têkildarî vê yekê Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat daxuyaniyeke girîng da û got:
Ev pêvajoya rawestandina çalakiyên leşkerî wê heta piştî hilbijartinan jî bidome.
Besê di derbarê tecrîda li dijî rêber Ocalan de jî anî ziman ku divê pradîgmaya rêbertî li nava civakê belav bibe.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat tevlî bernameya taybet a Medya Haberê bû û nirxandinên girîng kirin.

Besê Hozat di nava nirxandinên xwe de bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 14`ê Gulanê li Tirkiyê û got:

Ev pêvajoya hilbijartinê ji bo civaka Tirkiyê, ji bo civaka Kurd gelekî girîng e.

Bi vê pêvajoya hilbijartinê re eger têkoşîneke xurt bê meşandin, têkoşîn bê mezinkirin ev desthilatdariya faşîst wê 14’ê Gulanê hilweşe.

Besê anî ziman ku wê biryara rawestandina çalakiyan di pêvajoya hilbijartinê de dewam bike û wiha anî ziman:

Bi taybetî di vê pêvajoya hilbijartinê de hêz û yekîneyên me yên leşkerî yên li bajaran, wê bi ti awayî çalakiyan nekin.

Ji dema Gerîla çalakiyên leşkerî rawesantine, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe zêde kirin û hemû cureyên çekan heta bi yên qedexekirî jî bi kar tîne.

Besê diyar kir ku divê ev biryar nebe cihê qelsbûna gel û Gerîla, divê ji her êrişekê re amade bin û got:

Ji ber ku desthilata faşîst ji bo winda neke, di her kêliyê de dibe êriş bike û ev yek ji bo Rojava jî derbasdar e.

Li hemberî vê jî wê sekn, têkoşîn û berxwedana herî xurt bê nîşandan.

Her wiha Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê da zanîn ku meşa rêbertî ya 50 salî îradeyeke têkoşînê afirand ku xwe gihand bi milyonan kesî û wiha anî ziman:

Îro bi milyonan mirov ji bo azadiyê têdikoşin, têkoşîna demokrasiyê dimeşînin.

Ev gelekî bi wate ye. Bandor û hêza rêbertî nîşan dide.

Bi paradîgmaya Rêber Ocalan re me civaka cîhanê, gel û jin gihandin hev.

Xwedîderketineke hîn xurtir li Rêbertî derdikeve holê.

Divê em paradîgmayê bi rê û rêbazên cuda hîn bêhtir li nava civakê, mirovahiyê belav bikin, bidin naskirin.

Back to top button