Ciwanên Dêrazorê pêngavek li dijî madeyên hişbirê ragihand

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Dêrazorê bi daxuyaniyekê pêngava hişyarkirina ji metirsiyên madeyên hişbir ragihand.

Daxuyanî bi beşdariya endamên komîteyê li yarîgeha futbolê ya bajarokê Kîsrayê yê rojavayê Dêrazorê hat dayîn.

Her wiha daxuyanî ji aliyê hevserokê komîteyê Xalid El Selame ve hat xwendin û wiha hat gotin:

“Erkê me ye ku em ciwanan ji metirsiyên madeyên hişbir hişyar bikin, ji ber ku madeyên hişbirê îradeya mirovan têk dibe û wan ji nirxên exlaqî,mirovî û çandî qut dikin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pêngava hişyarkirina ji madeyên hişbirê wê 2 mehan bidome.

Hwe wiha di pêngavê de dê çalakiyên cuda ji bo rêgirtina li ber belavbûna madeyên hişbir werin lidarxistin.

Back to top button