Rêveberiya Xweser li Helebê dibistaneke din vekir

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk a taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên Helebê dibistanek bi navê “Şehîd Cûdî Amanos” vekir.

Deriyê dibistanê ji aliyê dayika şehîd Cûdî Amanos ve hat vekirin.

Di merasîma vekirinê de endama rêveber a Yekitiya Dibistanan Emîne Seydo axivî, girîngiya zimanê dayikê di xurtkirina nasname û misogerkirina pirrengiya çandî û şaristanî de anî ziman.

Endama rêveber a Kongra Star a Helebê Zeyneb Kurdî jî got:

“Vekirina dibistanên ku li gorî meteryalên Rêveberiya Xweser perwerdeyê bidin, berhemên serketina vê berxwedanê ye.”

Bi vê yekê hejmara dibistanên ku li gorî materyalên Rêveberiya Xweser perwerdeyê didin, dibe 4.

Komîte wê hezar xwendekarên astên seretayî, navîn û amadehî pêşwazî bike.

Komîteyê diyar kir ku dibistan li ser daxwaza şêniyên taxa Eşrefiyê hat vekirin ku li gorî materyalên Rêveberiya Xweser wê perwerdeyê bibînin.

Back to top button