Êrişên dewleta Tirk li ser herêmê bê navber dewam dikin.
Îro danê sibehê gundê Bênê û Tinibê yên Efrînê û gundên Minbicê hatin topbarankirin.
Duh jî di encama topbarana li ser gundên Til-Temirê de 2 welatî birîndar bûn.
Meclisa Leşkerî ya Girê Spî jî bîlançoya 10 rojan a êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê eşkere kir.
Êrişên dewleta Tirk li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê didomin.
Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê îro di seatên sibehê de êrişî gundê Bênê yê navçeya Şêrawa û gundê Tinib a navçeya Şêra yê Efrînê kirin.
Di seatên nîvrojê de jî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gundê Ereb Hesen ê Minbicê topbaran kir..
Meclisa Leşkerî ya Minbicê derbarê mijarê de daxuyanî da û diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Ereb Hesen ê bakurê Minbicê bi guleyên hawinê topbaran kirin..
Top li mala welatiyekî ketin.
Di êrişên li ser gundên Til Temirê de 2 welatî birîndar bûn
Duh jî artêşa dagirker a Tirk gundên Feke û Qibûr Qera-cîna yên li bakurê Til Temirê bi çekên giran topbaran kirin.
Di encamê de li gundê Feke welatiyên bi navên Ziyab Xelef Derwîş (40) û Hec Yasîn Derwîş (40) ku di nava zeviyên xwe de bûn birîndar bûn.
Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bîlançoya 10 rojan a êrişan eşkere kir
Li aliyê din, Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bîlançoya 10 rojan a êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê eşkere kir.
Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Wîsam El Omer diyar kir ku di 10 rojan de hemû cure çekên giran û sivik ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatine bi karanîn û got:
“Êriş li derdora navçeya Eyn Îsa, bajarokê Hîşa, gundên Fatsa, Xalidiyê, Hoşan, Gultep û depoyên genim ê Qizelî giran bûn
Li gundên Fatsa û Gultepe hejmarek mal û mizgefta gundê Fatsayê hilweşiyan.
Cihê avê yê gundê Fatsa û kabloyên kehrebeyê jî hatin hedefgirtin û kehrebe li ser navenda navçeyê û gundên wê qut bû.”
Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Wîsam El Omer anî ziman ku armanca van êrişan koçberkirina xelkê herêmê ye û got:
“Em ê bersiva hemû êrişên dagirkeriyê bidin û dewleta Tirk ji axa xwe derbixin.”