HPG: 22 Mijdarê dagirker 53 êrişên azmanî pêk anîn

Ji roja destpêkirina tevgera dagirkeriyê li dijî Rojava, artêşa Tirk êrişên xwe li hemberî qadên gerîlla jî zêde kirin.
HPG’ê ragihandin ku di nava 24 saetên dawî de artêşa Tirk 53 êrişên azmanî pêk anîn.
Her wiha 13 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî herêmên gerîlla bombardiman kirin.

Artêşa Tirk şeva 19’ê Mijdarê, êrişî Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê kir.

Ji wê rojê ve êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî zêde bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişan raya giştî agahdar kir:

Li gorî daxuyaniyê,

Di nava 24 saetên dawî de qadên gerîlla 9 caran bi balafirên şer û 44 caran jî bi helîkopteran hatin bombardimankirin.

HPG’ê diyar kir ku di êrişan de 5 caran bombeyên qedexekirî û 8 caran jî çekên kîmyewî hatin bikaranîn.

Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê wekî din diyar kir ku artêşa Tirk li hin herêma hewl daye nêzî çeperên şer bibe.

Lê ji ber bersivdayîn gerîlla ev hewldanên wan biserneketin û neçar man ji qadan dûr bikevin.

Back to top button