Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê vê bûyerê de daxuyaniyek da, sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û got:”Bûyera li Bartinê komkujî ye û kujer jî desthilata AKP û MHP ye.”
Duh di teqîneke li kana komirê ya li bajarê Bartinê ya Tirkiyê de, zêdeyî 40 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê bûyerê de daxuyaniyek da..
KCK: Bûyera li Bartinê Komkujiye û kujer AKP û MHP ne
KCK’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku ew bûyer komkujî ye, kujer jî AKP û MHP’ê ne û got:
” Em sersaxiyê ji malbatên karkerên jiyana xwe ji dest dane re û şifaya xêrê ji bo birîndaran dixwazin.
Li Tirkiyê keda karker û kedkaran tê mêtin û di heman demê de karker û kedkaran ber bi mirinê ve dibin.
Ne rast e ku dema karker jiyana xwe ji dest didin, mirov vî tiştî bi qezayên kar û îhmalkariyê rave bike.
Li Tirkiyê karker û kedkar, ji ber polîtîkayên desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê her roj jiyana xwe ji dest didin û tên qetilkirin.”
KCK’ê eşkere kir ku wekî her komkujiyên li ser karkeran, vê carê jî AKP û MHP tevî hevalên xwe yên talanker û mêtinger çûne qada komkujiyê da pêşiyê li nerazîbûnê gel bigrin û got:
KCK: Divê hesap ji desthilatê û berpirsyaran bê pirsîn
“Em bawer in di serî de gelê Bartinê wê civaka Tirkiyê hay ji vê nêzikatiya durû û sixte ya AKP û MHP’ê hebe û hesap ji berpirsên vê komkujiyê bipirsin.
AKP-MHP’ê a faşîst ne tenê dijminê karker û kedkaran e, dijminê jin, Kurd, Elewî û hemû beşên bindest ên civaka Tirkiyyê ye. “



