Berpirsên saziyên li Mûsilê: Hebûna baregehên dewleta Tirk metirsiyeke mezin çêdike

Berpirsên sazî û partiyên siyasî yên li Mûsilê li dijî baregehên dewleta Tirk ên li ser axa Başûrê Kurdistan û Iraqê bertek nîşan dan.
Berpirsan diyar kir ku hebûna van baregehan ne qanûnî ye û ev hişyarî dan:
”Dewleta Tirk dixwaze xwe li Mûsilê serwer bike.
Û hebûna dewleta Tirk ji bo ewlekariya herêmê metirsiyek mezine.

Dewleta Tirk, her ku diçe li Başûrê Kurdistan û Iraqê jimara baregehên xwe yên leşkerî
zêde dike, û li van baregehan herêmê bombebaran dike.

Li hember êriş û armancgirtina welatiyan jî hikûmeta Başûrê Kurdisatan û Iraqê jî bêdengiya xwe diparêzin.

Ji ber vê bêdengiyê jî dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser herêmê zêdetir kiriye.

Dewleta Tirk demên dawî de ji bilî Şengal û Mexmûrê li ser Deşta Nînewayê jî êrişên xwe zêdekiriye.

Herî dawî di 11’ê Îlonê de gundê Behrava yê Şengalê hate bombekirin.

Berpirsên saziyên siyasî li Mûsil hebûna baregehên dewleta Tirk wek xaleke metirsîdar binav dikin ..

Berpirsê Ragihandina YNK li Mûsilê Xiyat Sorçî derbarê vê yekê dibêje :

“Hebûna baregehên dewleta Tirk li ser axa Iraqê ne qanûnî ye..

Û li dijî hemû peymanên navdewletî ye.

Em dibînin dewleta Tirk dixwaze xwe li van herêman serwer bike..

Hebûna wan li ser axa Iraqê, Başûrê Kurdistanê metirsîne li ser ewlekariya herêmê.”

Ji berpirsên pêkhateya Şebek li Deşta Nînewayê Hisên Zeynel jî ev yek anî ziman :

“Gelo ewqas baregehên dewleta Tirk li ser axa Iraqê hene û Iraq dengê xwe nake.?

Ev baregeh bi danûstandina li gel Iraqê li herêmê ne?”

Gelo çima heya niha hikûmeta navendî û rêveberiya Mûsilê li hemberî vê bêdeng in.

Ev bêdengî ne li gor berjewendiyên gel û hikûmetê ye. ”

Hisên Zeynel dawiyê ev yek got :

“Em daxwaz ji hikûmeta navendî dikin bi erka xwe ya parastina serweriya Iraqê rabe ..
Tekan çareserî divê hemû hêzên bêyanî li Iraqê derkevin”

Back to top button