Ajanê girtî: Istixbarata hikûmeta Şamê li pişt êrîşên li dijî serokeşîran e

Planên qirêj ên hikûmeta Şamê bi armanca peydakirina fitneyê û jinûve kontrolkirina herêmê aşkere dibin. Fermandarekî şaneyên ewlehiyê yên hikûmeta Şamê li xwe mukur hat û wiha got:

Istixbarata Sûriyê li pişt êrîş û kuştinên serokeşîran e. Armanc ji êrîşan peydakirina fitneyê û ji nû ve hêzên hikûmetê herêmê kontrol bikin.

 

Li Dêra Zorê bi armanca derxistina fitneyê di navbera eşîr û Hêzên Sûriya Demokratîk de şaneyên veşartî yên hikûmeta gelek tevlihevî derxistin.

Di vê çarçoveyê de fermandarekî şaneyên ewlehiyê yên hikûmeta Şamê bi navê Mihemed Îsam Selah ku vê dawiyê di encama operasyona QSD’ê de hat girtin, ji ANHA’yê re axivî û li xwe mikur hat.

Mihemed Îsam Selah di dawiya 2018`an de, piştî ku ji ber tawana diziyê ji hêla dewleta Îmaratê ve tê darizandin, ber bi Sûriyê ve tê şandin.

Ji girîngtirîn erkên ku Mihemed Îsam Selah bi cih anîne, birêvebirina komekê li rojhilatê gundewarên bajarê Dêrazorê li bajarokên Behra, Xeranîc, Ebû Hemam û Hecînê bû. Ev kom agahî kom dikir, bûyerên teqîn û qetilkirinê pêk dianîn.

Ajanê girtî:  Armanca êrîşan têkiliyên QSD’ê û gelên herêmê xira bikin û hêzên hikûmetê herêmê kontrol bikin

Mihemed Selah derbar armancên şaxên ewlehiyê yên hikumeta Şamê jî wiha got:

Armanc, gel li dijî hêzên leşkerî sor bikin û fîtneyê derxîne.

Her wiha QSD`ê tewanbar dike da ku derfetekê ji hêzên hikumeta Sûriyê peyda bike ji bo ku careke din herêmê kontorl bike û QSD`ê derxîne.”

Di dawiyê de Mihemed Selah destnîşan kir ku dê pêvajoyeke nû ya bûyerên qetilkirin û hedefkirina kesayetên ku bi hêzên leşkerî re kar dikin dest pê bike.

Back to top button