“Divê PKK ji lîsteya terorê derkeve û polîs zextê li Kurdan nekin”

Partiya Çepgir a Swêdê xwest ku polîsên Swêdê bese zextê li Kurdan bikin û PKK ji lîsteya terorê were derxistin.

Piştî ku zexta siyasî ya polîsên Swêdê ser Kurdan zêde bû û Kurdên ku daxwaza penaberiya siyasî dikin bi hevkariya bi dewleta Tirk re radestî MÎT’ê dikin, helwest zêde dibe.

Partiya Çepgir li ser dersînorkirina Zozan Buyuk a Kurd ku dayika 2 zarokan e, helwest nîşan da û zext û cihêkariya ser Kurdan xist rojeva parlamentoyê.

Şaredariyên Partiya Çepgir ji bo piştevaniya bi Zozan Buyuk û ji bo ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin kampanya daye destpêkirin.

Hat destnîşankirin ku qet nayê qebûlkirin ku mirov ji bo eslê xwe yê etnîkî werin dersînorkirin û banga dawîanîna li cihêkariyê hat kirin.

Her wiha hat xwestin ku PKK ji nav lîsteya terorê were derxistin.

Back to top button