Navenda Wergiritina Pembo ya Hesekê 200 ton pembo wergirtiye

Navenda wergirtina pembo ya Rêveberiya Xweser li kantona Hesekê, êdî pembo ji cotkaran werbigir e.
Endamê Rêveber ê navenda Pembo Mehmûd Mihemed dibêje :
“Ji dema vekirina navendê ve heta niha 200 ton pembo hatiye wergirtin.

4’ê Îlonê Rêveberiya Xweser buhayê her kîloyek pembo bi 4 hezar û 300 L,S diyar kiribû.

Ev navenda “Pembo” li bajarê Hesekê yekane ya wergirtina pembo ji cotkarên Hesekê ye.

Mehmûd Mihemed diyar kir ku wergirtina pembo ji cotkaran li gorî mekanîzmeyekê pêk tê, û got:

”Tedîbrên wergirtinê bi rêya wergirtina belgeyekê ji navendên çandinî ya herêmê û wêneyeke nasnamea kesayetî tên girtin.

Heta niha wan 200 ton pembo wergirtiye ..

Û wergirtin dewam dike heta ku tevahî cotkaran berhemên teslîm bikin.

Navenda Pembo ya Hesekê têra 150 hezar tonî dike.

Rêveberiya Xweser diyar kiribû ku li kantona Hesekê qada ku bi pembo hatiye çandin, 161 hezar donim e.

Back to top button