Dewleta Tirk a qirker careke din ava Firatê kêm dike

Hevserokê Yekîneya Avê ya Tebqayê, Hemûd El Şêx diyar kir ku kêmkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bû sedem ku 2 hilmijên ava vexwarinê rawestin.
El Şêx bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku fişarê li dewleta Tirk bikin da ku av çemê Firatê berde. 

Dewleta Tirk a dagirker tevî lihevkirina wê bi Sûriyî û Iraqê re ku 500 metrekab av di her saniyekê de berde, lê kêmkirina çemê Firatê didomîne.

Tenê 200 metrekab berdide, karesatên ji ber wê çê dibin û nexweşiyên ji ber wê belav dibin jî paşguh dike.

Di encama berdewamkirina vê kiryarê de, li Tebqayê 2 hilmijên avê Cerafat û Xerîn rawestiyan.

Der barê mijarê de hevserokê Yekîneya Avê ya Tebqayê Hemûd El Şêx ji ajansa ANHA’yê re axivî.

Hemûd El Şêx da zanîn ku kêmbûna zêde ya ava çemê Firatê bû sedem ku her du hilmijên Cerafat û Xerîn rawestin.

Her wiha El Şêx destnîşan kir ku li şûna her du hilmijan dê hilmijeke bendavê were xebitandin.

Ev hilmij ji sedî 25 ji şêniyên Tebqayê re avê peyda wê bike da ku pirsgirêka tunebûna ava vexwarinê li Tebqayê çênebe.

Her wiha Hemîd El Şêx diyar kir heke dewleta Tirk kiryara xwe berdewam bike, dê karesatên hawîrdorê li herêmê pêk bîne.

Têkildarî çareseriyên demkî, El Şêx wiha got:

“Dê çareseriyên demkî hebin ku hilmijên horîzonî, li çemê bi cih bikin da ku av ji şêniyan re bê peydakirin.

Lê ev yek wê birsgirêkê çareser neke ji ber ev av ji vexwarinê re nabe û wê nexweşiyan bi xwe re bîne.

El Şêx di dawiyê de bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku fişarê li dewleta Tirk bikin da ku para Sûriyê ya ava çemê berde.

Her wiha Çavdêrê hilmija Ayid jî Ednan El Ciraş ji aliyê xwe ve got:

“Heke kêmbûna avê bi vî rêbazî dewam bike, dê hilmija Ayid bi temamî raweste.”

El Ciraş diyar kir ku berê hilmij bi hêza 8 bar av derdixist lê niha tenê hêza wê 7 û nîv e.

Back to top button