Le Point: Kurd ji bo bajarê xwe ê sembol bifikar in

Dezgehên ragihandina cîhanî jî cihekî berfereh ji bo êrişên dewleta Tirk li dijî Rojava veqetandine.

Rojnameya Fransî Le Point, êrişên dewleta Tirk li dijî Rojava û hewldanên dagirkirina bajarê Kobanê bi vî sernavî ragihandiye:

Kurdên Sûrî bifikar in ku bajarê wan ê sembol bibe armanca êrişa Enqerê.

Rojname destpêka analîza xwe cih daye gotinên Salih Abdo ê ji Kobanê û dibêje;

Ev der muzexane ye. DAIŞ gelek deverên bajêr wêran kirin û niha Tirkiyê dixwaze ên mayî tine bike.

Bajarê Kobanê ji bo hêzên Kurd, sembola serkeftina li dijî DAIŞ’ê ye.

Û niha Tirkiye eşkere dibêje ew ê êrişî vî bajarî bike.

ZDF: Tirkiyê Kurdan bombardiman dike

Televizyona Alman ZDF jî êrişa Tirkiyê ya li dijî Rojava weke dij huqûqî binav kiriye û dibêje;

Tirkiye Kurdan bombardoman dike.

Telvizyon teqîna li bajarê Stenbolê ku weke hinceta êrişê tê nîşandan bi bîr dixe û dibêje;

Hukûmeta Erdogan îdîa kir ku YPG û PKK’ê ji êrişê berpirsiyar in. A rastî wezîrê karê hundir Soylu nekarî vê tawanbariyê îsabat bike.

Û piştî demeke kurt Tirkiyê dest bi êrişan kir.

Di nava hedefan de bajarê Kobanê heye.

Kobanê di şerê têkbirina DAIŞ’ê de bi roleke mezin rabûye.

Ev ne cara pêşî ye ku Tirkiyê êrişî bajarên Kurdan dike.

Sala 2018’an êrişî Efrîn kir. Li wir gelek Kurd hatin kuştin û revandin.

Tirkiyê her carê îdîa dike ku ew mafê xweparastinê bikar tîne.

Lê pisporên qanûnên navneteweyî li dijî van îdîayên Tirkiyê derdikevin.

Reuters: Tirkiyê navendên petrolê dike armanc

Ajansa Nûçeyan a Reutersê êrişên dewleta Tirk li dijî navendên binesaziya Bakur û Rojhlatê Sûrî bi vî ser navî parve kir:

Li gorî belgeyên çavkaniyên herêmî, Tirkiyê navendên petrolê dike armanca êrişan.

Ajans dibêje, cara pêşî ye dewleta Tirk di êrişên xwe de bêserûber navendên petrolê bombardiman dike.

BBC: Dibe Kurd dest ji kontrolkirina girtiyên DAIŞ’ê berdin

Saziya Ragihandina Ingilîz BBC’ê jî di beşa servîsa xwe ya Erebî de, cih daye vê hişyariya hêzên Kurd:

Gefa hêzên leşkerî yên Kurd: Em ê dest ji kontrolkirina girtîgehên DAIŞ’ê berdin.

BBC nûçeya xwe dispêre encama hevpeyvîna li gel hin rayedarên Bakur û Rojhilatê Sûrî û dibêje:

QSD’ê radgihand eger Tirkiyê dest bi êrişa bejahî bike, wê hêza wan a nobeda girtîgehên DAIŞ’ê nemîne.

Di heman demê de dibe ku operasyonên me li dijî DAIŞ’ê jî rawestin.

BBC bi bîr dixe ku tenê li Kampa Holê 50 hezar endamên malbatên DAIŞ’î hene.

Back to top button