Li Kampa Holê cenazeyên du jinan hatin dîtin

Li Kampa Holê li beşa paneberên Iraqê cenazeyên du xwişkên iraqî hatin dîtin ku bi guleyan hatine kuştin.

Li gorî ajansa ANHA’ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn cenazeyên du jinên iraqî dîtin ku di 19`ê Gulanê de bi guleyan ji aliyê kesên ne nas ve hatine kuştin.

Herdu jin xwişkên hev in û navên wan wiha ne: Ala Atiye Ehmed Salih (1991) û Rexed Atiye Ehmed Salih (1989).

Herdu ji Iraqê ne û di kona ku lê diman de ya li beşa yekê ya kampê kuştî hatin dîtin.

Back to top button