Siûd El-Mele rûyê xwe vedişêre: ez dest ji kar berdidim!

Di nava rojên derbasbûyî de dîmenekî serokê ENKS’ê Siûd El-Mele gelek li ser medya civakî belav bû.
Piştî vê, li nava civakê hêrsek zêde li dijî wî derket.
Di demekî ku her kes li benda bersiva Sûd El-Mele bû ku rastiya wî dîmenî bêje, ji sekeretariya PDKS’ê û Serokatiya ENKS’ê istîfa kir.

Îro Siûd El-Mele bi daxuyaneykê ragihand ku ew dest ji serokatiya ENKSê û sekeretariya PDKS’ê berdide.

Siûd El-Mele gotina komployê dide ber rûyê xwe û îdia dike ku komployek li dijî kesayet û xeta wî ya sîyasî pêk hatiye û bûye sedem ku dest ji kar berde.

Lê di vî warî de tiştek zelal nekir û ne jî aliyek destnîşan kir.

Têkildarî wê jî, gelek bikarhênerên medya civakî dibêjin ku belavbûna vî dîmenî ji aliyên hinek rayedarên ENKSê bi xwe çêbûye.

Her wiha ev yek bi parçebûna mezin ya di nava ENKS’ê de tê girêdan.

Berî niha jî ENKS’ê gotibû wê navendên xwe li Efrîna dagirkirî vekin, lê li şûna wê serokê wê Siûd El-Mele istîfa kir.

Back to top button