Babê Şêx çû serdana konê sersaxiya Rêveberê Asayîşa Êzdîxanê Şêrzad Şemo

Şandeyeke Meclîsa Rûhanî a Êzidiyan bi pêşengiya Babê Şêx çû serdana konê sersaxiya rêveberê Asayîşa Êzdîxanê Şêrzad Şemo û li himberî êrîşan banga yekîtiyê li Êzidiyan kir.

Konê sersaxiyê yê rêveberê Asayîşa Êzdîxanê Şêrzad Şemo di roja 3’emîn de didome.

Heyeteke Meclîsa Rûhanî a Êzidiyan bi pêşengiya Babê Şêx çû serdana konê sersaxiyê.

Malbata Şehîd Şêrzad, nûnerên rêveberiya Xweser a Şengalê , Hêzên YBŞ û Asayîşa Êzdîxanê heyet pêşwazî kir.

Di dema serdanê de ji Babê Şêx hate xwestin ku ji bo rê li ber êrîşan were girtin bila bibe xwedî helwest.

Her wiha Babê Şêx jî sersaxî ji malbatê û civaka Êzidî re xwest û got

“Em ji Xwedê dixwazin ku kesên bûne sedema şehîdkirina van kesan bigihêjin cezayê xwe.”

Bavê Şêx banga tifaqê li civaka Êzidî kir.

Ş. Şêrzad Şemo Qasim, di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker a yekê Adarê de li Şengalê şehid bibû.

Back to top button