Artêşa Tirk a dagirker 2 caran bi bombeyên qedexe, 25 caran jî bi obus, tank û çekên giran êrîşê çeperên berxwedanê kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên dewleta Tirk daxuyaniyek da û wiha got:
“Artêşa Tirk a dagirker li dijî hêzên me bi karanîna teknîka di destê xwe de, bi awayek zêde êrîşên xwe didomîne.
Êrîşên ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatine kirin, wiha ne;
3’ê Adarê çeperên me yên berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê 2 caran bi bombeyên qedexe hatine bombekirin.
3 û 4’ê Adarê çeperên berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê 25 caran bi obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.”
https://anfkurdi.com/kurdistan/artesa-tirk-a-dagirker-27-caran-eris-kir-167076