Şandeya Belçîka soza destekdayînê bo darizandina DAIŞ’iyan da

Şandeya Belçîka ya duh gihaşt herêmê û bi rayedarên Rêveberiya Xweser û MSD’ê re civiya, li hemberî gefên dewleta Tirk li ser herêmê û darizandina ‘iyan, soza destekdayînê bi Rêveberiya Xweser re da. Ilham Ehmed jî di civînê de diyar kir ku ew hewl didin Rêveberiya Xweser li giştî Sûriyê bibe nimûne.

Ji Belçîkayê, şandeyek ji parlaman û nûnerên hin saziyên civaka sivîl ên welêt, gihaşt Qamişlo û bi rayedarên Rêveberiya Xweser û MSD’ê re civiya.

Li dijî DAIŞê şerkirin, ku deng û rengê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî baş li cîhanê vedaye, mijareke vê serdanê bû..

Piştî hevdîtina şandeyê bi hevserokatiya Buroya Têkiliyên Derve re, endamên Parlamena Belçîkayê George Dalmani û Queen Mesto ji çapemeniyê re axivîn.

“Me behsa xebata mezin a QSD û Rêveberiya Xweser kir, ku li tevahî cîhanê li hemberî metirsiya DAIŞ’ê şer kirin”.

Li herêmê, bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan girtîne, li gel vê metirsiyê jî, gef û êrîşên dewleta Tirk ranawestin.

Şandeyê jî, soza destekdayîna welatê xwe ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê û rawestandina gefên Tirkiyê da.

Ilham Ehmed: Em hewl didin Rêveberiya Xweser bibe nimûne li giştî Sûriyê

Ji bo dosyaya Sûriyê û rêbazên çareserkirina wê, Şandeya Belçîkî digel Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed û endamên MSD’ê jî hevdîtin kir.

Ilham dibêje:

“Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Cinêvê pêşketîtir in, ji ber em bi Sûriyan re û ne bi aliyên derve re li çareseriyê digerin.”

Piştî şerê Sûriyê bi 9 salan, MSD’ê yekem aliyê ku karîbû bi rêya diyalogan gelê herêmê bîne ba hev û li daxwazên wan guhdarî bike, niha hewl dide demokratiya li herêmên xwe heyî, mayînde bike.

MSD’ê hertim ji bo aloziya Sûrî jî xebatên diyaloga Sûrî-Sûrî daye pêş..

Ilham teqez kir ku ew hewl didin Rêveberiya Xweser bibe nimûneyeke biçûk ji bo tevahî Sûriyê.

Hevserokê Buroya Têkiliyên Giştî yên MSD’ê Cîhad Omer jî daxwaz ji şandeyê kir ku nûnertiya dîplomatîk a Belçîkayê li herêmê hebe.

23’ê Sibata îsal, şandeyeke din a hikumeta Belçîkayê, serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiribû.

Back to top button