Artêşa Îraqê ragîhand ku 8 çeteyên DAIŞê li parêzgeha Nînewa ya başûrê welat hatin kuştin.
Berdevkê artêşa Îraqî lîwa Yihya Resûl bi daxuniyekê ragîhand ku hêzên wan bi balafiran, bargehên çeteyan ên li Hemam El-Elîl bombebaran kirin.
Resûl, tekez kir ku di encama bombebaranê de 8 çete hatin kuştin.
Navenda Istixbarata Îraqî jî ragîhand ku yekîneyên wan 4 çeteyên DAIŞ’ê ku êrîşên teqemenî pêk tanîn, li parêzgeha Diyala girtin e.
Duh jî Şaneya Ragihandina Ewlekariyê, girtina 2 serçeteyan; ku tiliya yekî ji wan di revandina jinên Êzidî de hebû, ragihandibû.