Di encama êrîşên rêjîma Îranê de 2 kolber birîndar bûn

Rejîma Îranê devera sînorî ya bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê gulebaran kir, di encamê de du kolber birîndar bûn.

Ajansa Kolber News ragihand îro hêzên rejîma Îranê êrîş birin ser sînorê navçeya Nenûrî Bane ya ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ve.

Di êrîşê de kolberê bi navê Abdullah yê 50 salî û Yûsif Emînî ji gundê Nenûr bi giranî birîndar bûn û ji nexweşxaneya Bane re hatin rakirin.

Back to top button