Êrîşên Îsraîlê li ser Xezayê berdewam in

Tevî hewildanên dawî yên Civaka Navnetewî, ji bo rawestandina şerê di navbera Fîlîstîn û Îsraîlê, bi awayekî dijwar bombebarana Îsraîlê ya li ser Filistinê didome.

Navenda raghandinê ya girêdayî Hemas diyar kir ku balafirên Israyîlê navendeke ewlehiyê li navçeya Elketîbe û avahiya avahiya Qesir Elhakim ya bi ser şaredariya Xezayê bombebaran kir.

Di encamê de navend bi temamî hilweşiya.

Ajansa Wefa ya Filistînê jî da zanîn ku di encama pevçûna bi artêşa Israyîlê ya li ber dergeha Elirûbe kesek bi navê Ubeyda Ekrem jiyana xwe ji dest da.

Serfermandarê Israyîlê Efîf Koxafî tekez kir ku dê şerê li Xezayê herî kêm heta du rojan bidome.

Li aliyekî din, û li gorî ajansa Times Of Israyîl guftûgoyên ji bo agirbestê ber bi rêkeftinê ve diçin, tê payîn dê du roj din pêk were.

Back to top button